Artêşa Îranê: Me bi mûşekên balîstîk êrişî Balafirgeha Hewlêrê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku wan bi çend mûşekan "baregeha hêzên Amerîkayê û komên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kirine armanc."

Beşa Peywendiyên Giştî ya Artêşa Îranê daxuyaniyek belav kir.

Artêşa Îranê got, "Di berdewamiya operasyonên xwe de, me cihê bicihbûna hêzên Amerîkayê û wan komên cudaxwaz ên ku Îsraîl piştgiriya wan dike, li Balafirgeha Hewlêrê bi mûşekên zemîn-zemînê bombebaran kirin."

Artêşa Îranê îdia dike ku ew herêma di nav Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê de hatiye armanckirin, "yek ji navendên girîng ên piştgirî û fermandehiya operasyonên hêzên Amerîkayê ye û çendîn cor amûr û pergalên leşkerî tê de hene."

“Êrişî derdora balafirgehê hatiye kirin”

Berpirsekî hikûmetê ji Rûdawê re ragihand, ji bilî êrişa li ser baregeha Pêşmerge ya li Soranê, vê berbangê êrişeke mûşekî li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê jî hatiye kirin.

Di êrişa li Soranê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di nava 24 saetên dawî de bi 25 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.