DEM Partî: Em bi Herêma Kurdistanê re ne
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser êrişa Îranê ya li Hêza Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir.
DEM Partiyê êriş bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe bi Herêma Kurdistanê re anî ziman.
Wezareta Pêşmergeyan îro ragihandibû ku destê sibehê Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.
Di encama vê êrişa giran de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
'Armanc xistina Herêma Kurdistanê ya nava şer e'
DEM Partiyê êrişa Îranê ya li Hêza Pêşmergeyan şermezar kir û ev peyam da:
"Ji ber êrişa ku îro li navçeya Soranê ya Hewlêrê li hêzên Pêşmergeyan de hat kirin 6 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.
Em vê êrişê şermezar dikin. Em sersaxiyê ji gelê Başûr û tevahiya Kurdistanê re dixwazin."
DEM Partiyê destnîşan kir ku ev êriş binpêkirina serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xerakirina aramiya herêmê ye û wiha pê de çû:
"Em dizanin ku bi van êrişan dixwazin Herêma Kurdistanê jî bixin nava şer û pevçûnê û aloziyan çêbikin.
Lê belê bila bê zanîn ku Kurd her tim alîgirê aştî û aramiyê bûne.
Îro jî em dê bibin yek û li dijî êrişan li ber xwe bidin."
Banga ji bo civaka navneteweyî
Di daxuyaniyê de banga tevgereke bilez li hêz û civaka navneteweyî hat kirin û hat gotin:
"Divê hêz û civaka navneteweyî li dijî vê êrişa li dijî Kurdan demildest bertekan nîşan bide.
Em jî wekî DEM Partiyê piştgirî û hevkariya xwe ji bo Herêma Kurdistanê radigihînin.
Başûr ne bi tenê ye."