Partiyên Bakurê Kurdistanê bangî xelkê Amedê kir: ‘Em êrişên li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin’

Hewlêr (Rûdaw) - Çend partî û rêxistinên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê li dijî êrişên Îranê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar didin.

Partî û rêxistinan bangî xelkê kir ku beşdarî civîna çapemeniyê bibin.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Demokrata Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur), Tevgera Pêlkurdê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê û çend kesayetên serbixwe yên Kurdistanî dê wê daxuyaniyê bidin.

Ew partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê dê sibe li Amedê kom bibin û êrişên li Başûrê Kurdistanê şermezar bikin.

Bangî xelkê Amedê dikin

Li gorî daxuyaniya hevpar, daxuyanî dê demjimêr 12:00an li Qada Şêx Seîd were dayîn.

Di peyama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew dê êrişên Îranê yên li Başûrê Kurdistanê şermezar bikin.

Her wiha partî û kesayetên serbixwe bangî xelkê Kurdistanê kir ku ji bo piştgiriyê beşdarî wê civîna çapemeniyê bibin.

Wezareta Pêşmergeyan îro ragihandibû ku berê sibeha îro Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.

Di encama vê êrişa giran de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.