Tulay Hatîmogullari: Divê yasayên naskirina mafên Kurdan bilez werin derxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê amaje bi pêvajoya çareseriyê da û got ku di qonaxa nû de divê bilez yasayên naskirina mafên siyasî, hiqûqî û demokratîk ên Kurdan bên derxistin.
Tulay Hatîmogullari di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Newrozê de li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî bernameyê bû û li ser rojevê axivî.
“Pêwîst e ev yasa bi lezgînî bên derxistin”
Tulayê destnîşan kir ku divê desthilat û dewlet erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Can Atalay bên berdan û wiha axivî:
"Dema em vê Newrozê pîroz dikin, li kêleka me li Îranê bombe û mûşek diteqin.
Şerê ku Amerîka û Îsraîlê daye destpêkirin bi hemû leza xwe berdewam dike û her ku diçe kûrtir dibe.
Dema em dibêjin aştî, em li aliyekî aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê û li aliyê din jî em behsa aştiya herêmê dikin.
Di vê qonaxa nû de, ji bo naskirina mafên siyasî, hiqûqî û hemû mafên demokratîk ên gelê Kurd, divê yasa werin derxistin. Pêwîst e ev yasa bi lezgînî bên derxistin."