Hewlêr (Rûdaw)- Îro li bajarê Çanakkale yê Tirkiyeyê bi helkefta salvegera şerê Çanakkaleyê merasîmek bê li darxistin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî wê di wê merasîmê de beşdar be.
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, di wê merasimê de Neçîrvan Barzanî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizayî jî amade bin.
Di merasima ku li bajarê Çanakkale birêve diçe serokên hikûmet û parlamentoya 61 welatan beşdar dibin.
Nunerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Enqere, Omer Mîranî jî ji peyamnêrê Rûdawê re piştrast kir ku Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê jî wê di merasiman de beşdar dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse