Nêçîrvan Barzanî û William Roebuck tekezî li pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Amerîkayê kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Şanderê Taybet ê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de William Roebuck civiyan û derbarê rewşa siyasî û serbazî û geşedanên herî dawî yên navçeyê de gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duh Sêşemî 23ê Nîsanê li ofîsa xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgirê Şanderê Taybet ê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de William Roebuck û şandeya pê re kir.
Di civînê de, Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkayê derbarê pêwendiyên du alî, qurbanîdana Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê de, berdewamiya rahênana Hêza Pêşmerge ji aliyê hêzên Hevpeymanan û bi taybet jî Amerîkayê ve, pêwendiyên navbera Hewlêr-Bexdayê û xurtkirina bêtir a pêwendiyan bi taybet di warê ewlehiyê de ji bo rûbirûbûna metirsiyên derketina teror û tundiyê gotûbêj kirin.
Daxuyaniya hikûmetê amaje bi wê yekê kiriye ku Nêçîrvan Barzanî û William Roebuck di civînê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û gotûbêjê kirine.
Herdu aliyan herwiha hewlên herî dawî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, proseya siyasî li Iraqê, rewşa Sûriyê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê kirine.
Li gor daxuyaniyê, di beşeke din a civînê de Nêçîrvan Barzanî û William Roebuck tekezî li ser dostaniya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û pêşxistina pêwnediyên Hewlêr-Waşingtonê di hemû waran de kirine.
Di civînê de, Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Steve Vagen û çend berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.