Li Rihayê qezaya trafîkê: 7 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, pênc otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li navçeya Xelîliyê li Çarrêya Karakopruyê îro du otomobîlan li hev qelibîn û sê otomobîlên ku ji paş ve dihatin li her du otomobîlan da.

Ji otomobîlan yek a bûkê bû.

Di encama bûyerê de 7 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezaya trafîkê.

Tîmên tenduristiyê 7 birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.