Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan.

Civîn şeva borî pêk hat û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li civînê hazir bû.

Li gorî agahiyên North Pressê, civîn li ser aramiya “herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û xurtkirina diyalogê û rola Fransayê ya di pêvajoya veguhastina siyasî ya Sûriyeyê de” bû.

Jean-Noel Barrot doh hat Hewlêrê û beriya Mezlûm Ebdî bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Jean-Noel Barrot û Serok Mesûd Barzanî di civînê de tekezî li ser serkeftina hewlên dan û standin, navbeynkarî û yekîtiya di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de kir.

Jean-Noel Barrot di konferanseke çapemeniyê ya li gel Nêçîrvan Barzanî de jî tekezî kir li ser “xurtkirina pêwendiyên welatê xwe yên li gel Kurdan û Herêma Kurdistanê” kir û got:

“Fransa dê piştgiriya xwe ya ji bo HSD û hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Pêşmerge ya di şerê li dijî DAIŞê de bidomîne."

Divê were gotin ku Fransa piştgiriyê dide hewlên yekîtiyê yên di navbera partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de jî.