Colemêrg - Zilamê ku çû giya kom bike canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, zilamê ku çû çiyê giya kom bike mir.

Li gundê Mutirbanê yê Geverê doh welatiyê bi navê Alî Gurdal ji bo komkirina giya bi hevalên xwe re çû herêmên çiyayî yên nêzîkî gund.

Li wê derê rewşa tenduristiyê ya Alî Gurdal têk çû û li ser agahdarkirina hevalên wî, cendirme, tîmên tenduristiyê, tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên rizgarkirinê li nav çiyayên asê bi alîkariya hevalên wî, Ali Gurdal gihand ambulansê.

Tîmên tenduristiyê Gurdal bir Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê lê ew tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî mir.

Sedema mirina Gurdal dê piştî otopsiyê eşkere bibe.