Tozê 2 parêzgehên bakurê welêt jî dane ber xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê toz bariya û bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan kir.

Li seranserî parêzgeha Colemêrgê îro danê sibehê barîna tozê dest pê kir û heta niha berdewam e.

Ji ber vê yekê kalîteya hewayê daketiye, mesafeya dîtinê kêm bûye û şofêr rûbirûyê zehmetiyan mane.

Li gel vê yekê dem bi dem ba û bahoz jî radibin û hişyarî hat dayîn ku welatî tedbîrên pêwîst wergirin.

Li navenda parêzgeha Şirnexê jî tozeke zêde bariya û ji ber barîna baranê toz veguheriyaye heriyê û bi ser bajêr de bariyaye.

Hat ragihandin ku li Bakurê Kurdistanê dê toz heta roja înê bibare.

Li aliyê din, pêleke tozê Başûrê Kurdistanê jî daye ber xwe û çavên xelkê li benda baranê qurimî ne.

Pisporê hewayê yê ji Wezareta Çandiniyê Luqman Muftî got ku dê tozbarîn îro û sibe berdewam bike.