Riha - Şaredariyê dest danî ser 2 ton loqimên kufikî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûbiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê tîmên şaredariyê dest danî ser 2 ton loqimên kufikî.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Eyubiyeyê, tîmên Birêvebiriya Zabitayan di encama kar û xebatên xwe de li kargehekê 2 ton loqimên kufikî dîtine û dest danîne ser wan da ku bên îmhakirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dema bikaranîna berhemê derbas bûye.

Her wiha derbarê xwediyê kargehê dest bi kar û barên yasayî hat kirin.