Li Xelfetiyê operasyona gendeliyê: 49 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelfetiyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di operasyona gendelî û sextekariyê ya li Şaredariya Xelfetiyê de 49 kes hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku piştî tesbîtkirina gendelî û sextekariyê ya ji aliyê mifetişên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve, tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Rihayê bi serperiştiya Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê li Şaredariya Xelfetiyê operasyonek saz kir.

Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê li ser 51an ku 28 ji wan karmendên hikûmetê ne biryara desteserkirinê da.

Di operasyonê de 49 kes hatin desteserkirin.

Di nav kesên ku hatine desteserkirin de Şaredarê berê yê AK Partiyî û qeyûmê berê Şeref Albayrak jî heye.

Operasyon bi hinceta “avakirina rêxistina tawanê û gendeliyê” hat kirin û pêvajoya dadweriyê didome.

Şeref Albayrak kî ye?

Şeref Albayrakê ku wê demê Qaymeqamê Xelfetiyê bû, sala 2016an wekî qeyûm li ser Şaredariya Xelfetiyê ya HDPyê hatibû danîn.

Albayrak sala 2019an wekî namzedê AK Partiyê bûbû Şaredarê Xelfetiyê û heta sala 2024an li ser erk mabû.

Şeref Albayrak di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de careke din ji aliyê AK Partiyê ve wekî namzed hatibû nîşandan lê di hilbijartinan de namzedê DEM Partiyê bi ser ketibû.

Piştî hilbijartinan, 4ê Çiriya Paşîn a 2024an careke din qeyûm li ser Şaredariya Xelfetiyê hatibû danîn.