Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî bi telefonê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya telefonê axivîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her du aliyan tekezî li girîngiya parastina aramî û aştiya li herêmê kiriye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser pêwendiya telefonî ya Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di wê pêwendiyê de her du aliyan li ser pêşhatên dawî yên rewşa herêmê axivîn.

Her wiha tekezî li girîngiya parastina aramî û pêkanîna aştiya li herêmê hat kirin.

Pêwendiyên Îranê yên li gel Hewlêr û Bexdayê

Pêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê yên li gel Îraqê û Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng in, mijareke din a wê pêwendiya telefonî bû.

Di nava du mehên borî de Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî çend caran bi rêya telefonê axivîn.

Mijara şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê û çareserkirina krîzan a di serê gotûbêjên wan de bû.