ŞIRNEX - Rojnameger Nedîm Oruç û 19 kesên din hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Îro yekem rûniştina doza rojnameger Nedîm Oruç û 19 kesên din ku di nav wan de 8 zarok jî hebûn, li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê pêk hat.

Dadgehê piştî wergirtina parastinan, biryara berdana her 20 girtiyan da.

Li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê, doza rojnameger Nedîm Oruç û 19 welatiyên ku di dema xwenîşandanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de li navçeya Cizîrê hatibûn girtin, dest pê kir.

Di rûniştinê de Nedîm Oruç û girtiyên din amade bûn. Nûnerên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî çavdêriya dozê kir.

Parastina Nedîm Oruç

Piştî destnîşankirina nasnameyan, Nedîm Oruç parastina xwe kir.

Oruç diyar kir ku ew di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de li qadê bûye lê di dema destserkirinê de rûbirûyî bêhurmetiya polîsan bûye.

Nedîm Oruç di parastina xwe de destnîşan kir ku polîsan tevî ku zanibû ew rojnameger e, daxwaz jê kiriye ku ji qadê dûr bikeve û di wê kêliyê de ew destser kiriye.

Her wiha Oruç parvekirinên xwe yên li ser hesabê medyaya civakî Xê parastin û got ku wekî rojnamegerekî, belavkirina nûçeyên ji çavkaniyên cuda mafê wî yê herî xwezayî ye û nabe ev wekî tawan were dîtin.

Berdana girtiyan

Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê piştî guhdarîkirina parastinan biryara berdana Nedîm Oruç û 19 kesên din da.

Hate ragihandin ku rûniştina bê ya dozê dê 25ê Hezîrana 2026an de bê kirin.