PDK, YNK, Hadî Amirî û Nûrî Malikî civiyan

24-05-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan PDK YNK Hadî Amirî Nûrî Malikî Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) vê êvarê ji bo civîna çaralî ya navbera PDK, YNK, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûn Nûrî Malikî û Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî, li mala Hadî Amirî civiyan.

 

Çend roj in PDK û YNK bi du şandên cuda ji bo gotûbêjên li gel partiyên Iraqê çûne Bexdayê. Di roja dawîn a civînan de careke din li ser daxwaza Hadî Amirî çûn mala Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî daku bi amadebûna Nûrî Malikî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê civîneke çaralî pêk bînin.

 

 

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku civîna îro li ser daxwaza Hadî Amirî û Nûrî Malikî bûye û Malikî ji ber ku sal bi sal kursiyên xwe yên li parlementoyê winda kirine, ji siberoja xwe ya siyasî û hevpeymaniya xwe ditirse û dixwaze li gel Kurdan rûpeleke nû veke û careke din bi piştgiriya Kurdan vegere lûtkeya desthilatdariya Iraqê.

 

Ji aliyê din ve jî Hadî Amirî ku ji bo Serokwezîriya Iraqê navê wî tê gotin, dixwaze piştgiriya Kurdan bi dest bixe, daku vê mebesta xwe bi cih bîne, ji bo vê yekê jî careke din şandên PDK û YNKê vexwend.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst