Li Kobanî patoz bi destê cotkaran nakevin

24-05-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kobanî Cotkar Patoz Genim Ceh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Herêma Kobanî di çinîna mûsima îsal de ji 2 tiştan ne razî ne, yek buhayê ku ji nirxê genim û ceh re hatiye destnîşankirin, û ya din jî buhakirina heqê patozan e.

 

Cotkarên Kobanî dibêjin ku wan mesrefekî pir li çandiniya xwe kirine, ji ber wê, firotina her kîloyek ceh bi 100 lîreyên Sûriyê ji bo wan kêm e û ne li gorî hêvî û daxwaza wan e.

 

Xelkê Kobanî dibêjin ku piraniya patozan ji herêma wan derketine û yên mayî jî, heqê çinînê li xelkê buha kirine, û xelk jî neçar e ku wî heqdestê buha bidin wan, ji ber ku patoz kûm mane û dor zû zû nagihe wan.

 

Çinîna berhemên mûsima Ceh ya îsal li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e, û heta niha encamên her hektarek erd, ji 15 heta 40 çiwalên ceh encam dide, û xelk hêvî dike, ku li beramber mesref û westana xwe, sûdekê ji mûsima îsal bibînin û bi nirxekî baş berhemên çandiniya xwe birfroşin.

 

Li gel nerazîbûna xelkê Herêma Kobanî ji nirxê firotina berhemên çandiniyê, ew ji nirxê heqdestê xwediyên patozan jî ne razîne û dibêjin, ku piraniya patozan ji herêma Kobanî derketine, û li gundewarên parêzgehên Reqayê, Hesekê û Dêre Zorê kar dikin, û yên mayî jî, heqdestê çinînê li xelkê zêde dikin, ji ber ku xelk jî neçare ku heqdestê ew dixwazin, bidin wan.

 

Cotkarekî ji Kobanî Xelîl Beko Qadir dibêje ku xwediyên patozan heqdestekî zêde dixwazin .

 

Cotkarên Kobanî dibêjin ku wan mesrefekî baş li çandiniya xwe kirine, ji heqê cot, toxim, kîmawî û heqê patoza, û her kîloyek ceh ji bo toxim, bi 140 heta 225 lîreyên Sûriyê kirîne, û firotina her kîloyek Ceh bi 100 lîreyên Sûriyê kêm û guneh e, ango wan salekê xwe dane ber çandiniyê, û li dawiyê ew hêvî dikin, ku 2 çiwal wekî sûd, ji wan re bimînin.

 

Herweha xelkê Kobanî her kîloyek genim ji bo toxim, bi 240 heta 300 lîreyên Sûriyê kirîne, û nirxê firotina her kîloyekê, bi 150 lîreyên Sûriyê, ji bo keda wan kêm e.

 

Dahata aborî ya sereke û kar li herêma Kobanî, çandiniya ceh, genim, nîsk û kemûnê ne, û ji sala 1988an ve, îsal ji bo mûsima çamdiniyê, saleke xêrê ye, û xelkê gelek xewn û hêviyên xwe, bi berhemên çandiniya xwe ya îsal ve girêdane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst