Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şahzade Sophie kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Duchess Prenses Sophie, hevjîna Prens Edward Prensê Edinburgê û birayê Şah Charlesê Sêyem kir.
Şahzade Sophie Helen Rhys-Jones endama malbata Şahîtiya Brîtanyayê û Duchessa Edinburgê piştî serdana Bexdayê bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê têkildarî civînê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, di civînê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Herêma Kurdistanê amade bûn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi “pêwendiyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de kir û spasiya alîkariyên berdewam ên Brîtanyayê yên bo Herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê li dijî terorê de kir.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Şahzade Sophie bi kurtî “behsa kar û çalakiyên xwe û armanca serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê kir û pêşxistina parastina mafên jinan û zarokan û nehiştina tundûtûjiya li ser wan, bi taybet li deverên ku ji şer û nearamiyê bandor bûne, di nav de jin û zarokên Êzidî yên qurbaniyên terorîstên DAIŞê, wek armancên serdana xwe rêz kir.”
Di vê derbarê de tekezî li ser pêşxistina çanda rêzgirtina li mafên mirovan bi giştî û parastina mafên jinan û zarokan hate kirin.
Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, “Serokwezîr pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşxistina prensîpên wekheviya cenderî û rûbirûbûna her awayê tundûtûjî û cudahiya li dijî jinan dubare kir.”
Li gor daxuyaniyê, “rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de û baştirkirina kalîteya xwendinê û dabînkirina xwendina jin û zarokan”, mijareke din a hevdîtinê bûye.
Duh Sêşemê jinbiraya Şahê Brîtanyayê Sophie bi serdanekê gihîştibû Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyabû.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di civînê de têkiliyên navbera Iraq û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.