Li Şirnexê otobûs wergeriya

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otobûs wergeriya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Otobûsa ku plaqeya wê 34 DHN 073 û şofêrê wê R.A. (35) dema ji aliyê navçeya Qilaban ber bi Şirnexê ve diçû li nêzîkî Qereqola Cendirmeyan a Gundikê Melî  wergeriya.

Şofêr û E.U. (18) di qezayê da birîndar bûn.

Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin veguhestin.