HSD: Me êrişeke DAIŞê şikand
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanan li bajarokê Beharayê yê Dêrezorê êrişeke DAIŞê têk biriye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) derbarê êrişa DAIŞê ya li ser xala şervanan a li bajarokê Behrayayê yê li rojhilatê Dêrezorê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hewla êrişê şeva borî pêk hatiye û hat ragihandin:
"Şaneyên terorîst bi erebeyekê gule li nuqteya leşkerî barandin.
Şervanên me bersiv da gulebaranê û şer derket. Di encama şer de hinek endamên şaneyê birîndar bûn û yên din bi erebeyê reviyan.
Du şervanên me sivikî birîndar bûn. Piştî êrişê hêzên me derdora herêmê girt û operasyona lêgerînê dest pê kir.
Hêzên me mîsyona xwe ya têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina terorî û têkbirina jêderên wê yên madî û manewî didomînin.
Hêzên me dê nehêlin rêxistina terorîst xwe zindî û birêxistin bike û ewlehiya herêmê xera bike."