ÎDIR - Xwest pevçûnê rawestîne lê ew hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdirê Bakurê Kurdistanê kesekî ku dixwest pevçûna di navbera du koman de rawestîne hat kuştin.
Li gorî agahiyan, li Zozanên Îdirê du kom ji ber sedemeke nediyar ketin qirika hev.
Pişt re nîqaş gur bû û ew bi nav ketin û çek jî hatin bikaranîn.
Yusuf Karapınar xwest ku bikeve navberê û pevçûnê rawestîne lê guleyek lê ket.
Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan tesbît kir ku Yusuf Karapınar miriye.
Tîman termê Yusuf bir meytxaneya Naxweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Li derdora nexweşxaneyê û gund tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin.
Li hêla din, ji bo girtina gumanbaran dest bi xebatan hat kirin.