Li Şirnexê qezaya trafîkê: 3 mirî û 3 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî û di encamê de 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Şirnex û navçeya wê Cizîrê otomobîlek ji ber sedemeke ne diyar ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
Hat diyarkirin ku 3 kes li cihê bûyerê mirine û 3 kes jî bi birîndarî ji nava otomobîlê hatine rizgarkirin.
Dermankirina her 3 kesên birîndar berdewam e.