Li Urmiyeyê qezayeke tirsnak: Jineke ducanî jî di nav de 3 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Şino-Nexedeyê ya li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilata Kurdistanê di qezaya otomobîlek û barhilgirekê de 3 kes mirin.

Berpirsê Hawarçûnê yê Nexedeyê Emîr Aqaelînejad ragihand:

“Qeza destê sibehê li ser rêya Şino-Nexedeyê di navbera otomobîleke taybet a cureyê Peugeot û barhilgirekê de çêbûye.”

Berpirsê Hawarçûnê yê Nexedeyê Emîr Aqaelînejad diyar kir ku di qezayê de otomobîla taybetê ji rê derketiye û agir pê ketiye.

Di qezayê de 3 kesên di nava otomobîlê de mirine ku yek ji wan jin û du jî mêr in.

Emîr Aqaelînejad her wiha destnîşan kir, jina ku di qezayê de miriye ducanî bûye.