Kalek 41 sal in heman otomobîlê diajo: 'Nikarim dest jê berdim'
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qeladizêyê ya Silêmaniyê kalek 41 sal in heman otomobîlê diajo.
Hesen Resûlê ku wekî Hesenê Cîp tê nasîn li Qeladizê dijî û 41 sal in xwediyê otomobîleke cureyê Jeep a modela 1980 ye.
Di salên 90an de otomobîlê xelkê gundên Bêgelas û Helşoyê û derdorê dibir bajêr.
Hesen Resûl da zanîn ku otomobîlê rola ambulansê didît û çend caran jin berî ku bigihêjin Nexweşxaneya Qeladizê di nav de zarokên xwe anîne dinyayê.
Hesenê Cîp li ser otomobîla xwe anî ziman:
“Bibîranînên rojên ciwaniya min bi vê otomobîlê re hene û nikarim dest jê berdim.”
Hesenê Cîp niha otomobîlê ji bo çûyîna gund û ser zeviyan xwe bi kar tîne.
Ew dibêje heta ew bijî, dest ji otomobîla xwe bernade û heta niha rojekê jî yasayên çûn û hatinê pê neşikandine.