Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku sibe dê komeke din a dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bên berdan.
Nûredîn Ehmed da zanîn ku dê nêzîkî 100 dîl bên berdan.
Nûredîn Ehmed her wiha diyar kir ku di nav van dîlan de şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) jî hene.
Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
Ev gav di çarçoveya lihevkirinên berfireh de tê avêtin ku armanca wan bidawîkirina dosyeya girtî û desteserkiriyan e.
Ev pêvajo wekî bicihanîna wê peymana ku 29ê Kanûna Paşîn di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de hatibû îmzekirin tê meşandin.
Armanca vê peymanê bihêzkirina kanalên têkiliyan û çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan e.
Heta niha hezar û 500 dîl hatine berdan
Li gorî zanyariyan, heta niha 5 komên şervanên HSDyê yên ku di destê Hikûmeta Sûriyeyê de bûn hatine berdan.
Hejmara giştî ya kesên ku ji destpêka îmzekirina peymanê ve hatine berdan, gihîştiye nêzîkî hezar û 500 girtiyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse