Li Amedê bazara qurbanan germ e û kiriyar û firoşkar razî ne

1 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Bazara ajelan a Amedê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bazara ajelan a Amedê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Cejna Qurbanê Amed Bazara Ajelan
A+ A-

Amed  (Rûdaw) - Ji bo Cejna Qurbanê tenê çend roj mane û li bazara ajelan a Amedê jî çûn û hatin zêde bûye.

Li Amedê ajelfiroş pez û dewarên xwe yên ji bo qurbanê dibin bazarê.

Kiriyar jî li gorî dil û budceya xwe qurbanan dikirin.

Li gorî firoşkar û kiriyaran bihayê ajelan baş e û ew îsal dikarin dilê xwe xweş bikin.

Bazar germ e

Di bin tîna rojê de li bazara ajelan a Amedê kelecaneke mezin heye.

Li aliyekî firoşkar ji bo keda xwe xwêdanê didin, li aliyê din jî kiriyar hewl didin ku qurbaneke erzan bikirin da ku wecîbeya xwe ya olî bi cih bînin.

Ajelfiroş Reşat Sorkî li ser bihayê conegayê xwe wiha axivî:

"Min ji bo vî conegayî 280 hezar lîre xwestin. Ez hinekî zêde dibêjim lê eger esnaf werin û bazarî bikin, dê dîsa di bihayê xwe de were firotin."

"Bazar îsal xweş e"

Niştecihê Amedê Abdurahman Durgun jî ji firotinê razî ye û got:

"Bazar îsal xweş e. Qurbanî baş tên firotin. Hem heywanên mezin hem jî yên biçûk xweş tên firotin."

Ajelfiroş Huseyîn Ozkan jî diyar kir ku wî heta niha 10 ajel firotine.

Salane 75 hezar qurban tên serjêkirin

Di Cejna Qurbanê de li Amedê salane nêzîkî 10 hezar dewar û zêdetirî 65 hezar pez tên serjêkirin.

Her wiha her sal derdora 70 hezar pez û dewar jî ji bajarên din re tên şandin.

Li gorî ajelfiroşan, bihayê pezekî ji bo qurbanê derdora 22 hezar lîreyî ye.

Bihayê dewarekî ku 7 kes dikarin tê de bibin şirîk jî nêzîkî 210 hezar lîreyî ye.

Xelkê Amedê Cengiz Atlî anî zimên ku wî pezek kiriye û got:

"Me bi 14 hezar lîreyan li hev kir. Me bazarî kir da ku hinekî nîqaş çêbibe, bêyî nîqaşê nabe."

Hecî Mihemed Salih Kaya jî destnîşan kir ku bazar xweş e û heywan tên firotin.

Li Amedê 23 cih hatine diyarkirin

Niştecihê Amedê Murat Bozkurt ku qurbanek kiriye, li ser bihayên bazarê ev agahî dan:

"Hefteyekê berê ev conega 200 hezar lîre bû. Me îro bi 197 hezar lîreyî kirî. Bihayên bazarê baş in."

Li navenda Amedê 5 cihên firotina qurbanan hene.

Ji bo serjêkirinê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan 18 cihên cuda terxan kirine da ku xelk di şert û mercên tendurist de qurbanên xwe serjê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst