Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Kurd a parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) Fesla Yûsifê ragihand ku ew dê bi cilên Kurdî here Parlamentoya Sûriyeyê û ew dê sonda xwe ya parlamenteriyê bi zimanên Kurdî û Erebî bixwe.
Fesla Yûsif bû mêvana Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Wê li ser armancên xwe yên li parlamentoyê û rewşa Kurdan a di hilbijartinan de daxuyanî dan.
Armanca sereke mafên Kurdan in
Fesla Yûsifê li ser pirsa armanca wê ya yekem a li parlamentoyê destnîşan kir ku daxwaza wê ya sereke misogerkirina mafên gelê Kurd e.
Wê anî zimên ku ew dê çi Kurd çi Ereb û çi jî Suryanî bin wekî nûnera hemû pêkhateyên Sûriyeyê bixebite û diyar kir kir ku divê hemû welatî bigihin mafên xwe.
Sondxwarin û cilên Kurdî
Dilbixwîn Dara li ser zimanê sondxwarinê û cil û bergan pirs kir û Fesla Yûsifê eşkere kir ku ew dê sonda xwe hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi zimanê Erebî bixwe.
Her wiha wê da zanîn ku ew dê di roja yekem a parlamentoyê de bi cil û bergên resen ên Kurdî amade bibe.
Hejmara parlamenterên Kurd û helwesta PYDyê
Fesla Yûsifê derbarê hejmara parlamenterên Kurd, diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê 7 kursî ji bo Kurdan destnîşan kirine. Wê hêvî kir ku ev hejmar di paşerojê de zêdetir bibe.
Wê li ser pirsa boykotkirina hilbijartinan a ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve anî zimên ku ew boykotkirinê rast nabîne.
Siyasetmedara Kurd eşkere kir ku tevî gotegotên boykotê jî hinek kesên nêzîkî PYDyê beşdarî hilbijartinan bûne û bi ser ketine.
Li Hisîçayê rewşa hilbijartinan
Fesla Yûsifê da zanîn ku ew di dema hilbijartinan de zêdetir bi rewşa Hisîçayê re mijûl bûye.
Wê diyar kir ku ji ber vê yekê agahiyên wê yên bi hûrgilî li ser dengdana li Kobaniyê û piştgiriya ji bo namzedên Ereb tunin.
Wê destnîşan kir ku divê Kurd di vê qonaxa veguhastinê de cihê xwe di nav saziyên Sûriyeyê de bigirin.
Divê were gotin ku piştî 15 salan cara ewil li bajarê Kobaniyê û parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse