Mesrûr Barzanî: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji çekên Amerîkayê nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, "Herêma Kurdistanê ji şandina ti barên çekan ên ji Amerîkayê ne agahdar e."

Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da pirseke li ser îdiayên radestkirina çekan a Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û got:

"Divê ev pirs ji rayedarên Amerîkayê bi xwe were pirsîn çimkî eger Amerîkayê çek radest kiribin, bê guman dizane bê ma radestî kê kirine.

Ez dikarim li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibêjim, em ne agahdar in.

Bila ew aliyê ku Amerîkayê çek radestî wî kirine paşê eşkere bibe."

Îdiayên Donald Trump

Her wiha Alîkarê Birêvebirê Ofîsa Mesrûr Barzanî Ezîz Ehmed li ser hesabê xwe yê Xê nivîseke li ser zarê Mesrûr Barzanî belav kir.

Di wê nivîsê de hatibû nivîsandin ku "Herêma Kurdistanê ji şandina ti barên çekan ên aliyê ji Amerîkayê ve ne agahdar e."

Donald Trump 5ê Nîsana 2026an di hevpeyvîneke telefonî ya bi nûçegihanê kanala Fox Newsê Trey Yingst re gotibû, îdareya wî bi rêya navbeynkarên Kurd "gelek çek" ji bo xwenîşanderên li Îranê şandine.

Trump daxuyandibû ku çek negehiştine destê kesên mebest, çimkî "Kurdan çek ji bo xwe birine."

Bersiva Marco Rubio û rayedarên leşkerî

Tora Medyayî ya Rûdawê 5ê Gulana 2026an di konferanseke rojnamegeriyê ya li Koşka Spî de ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pirsî bê ma ew dikare eşkere bike kîjan komên Kurd ew çek birine?

Rûdawê her wiha ji Rubio pirsî bê ma Washington dixwaze wan çekan wergire yan hîn jî dixwaze wan bigihîne sivîlên li Îranê.

Rubio rasterast bersiva pirsê neda û li şûna wê bal kişand ser êşa xwenîşanderên li Îranê û got:

"Tiştê ku Serok tîne zimên... Ew e ku ji ber van dîmenan xemgîn e. Bifikire ku tu Îranî bî, tu ne kêfxweş î ku aboriya we ji bo we ne bi fêde ye, azadiya we tune. Hevalên we hene ku ji ber xwenîşandanê gule li serê wan ketiye."

Lê belê rayedarekî leşkerî yê Amerîkayê 13ê Gulana 2026an di bersiva Rûdawê ya li ser îdiayên birina çekan a ji aliyê Kurdan ve got: "Ew rapor xelet in û me tiştekî wiha nedîtiye."

Gotinên wî rayedarê Amerîkayî yên ji bo Rûdawê di heman roja ku Donald Trump careke din Kurd bi birina wan çekan tawanbar kirin de hatin.

Trump angaşt kiribû ku Amerîkayê çek ji bo Herêma Kurdistanê şandine da ku bigihin destê xwenîşanderên li Îranê.