Li Meletiyê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîroyê ya Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,0 pileyan rû da.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek belav kir.

AFADê ragihand ku navenda erdhejê navçeya Şîroyê Meletiyê ye û mezinahiya wê 4,0 pile ye.

Erdhej demjimêr 22:36an çêbûye.

Li gorî amarên AFADê, kûrahiya erdhejê 12,76 kîlometre bûye.