Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn rewşa siyasî ya herêmê gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn civiyan.

Di hevdîtinê de rewşa navxweyî û astengiyên li pêşiya pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Serok Mesûd Barzanî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn îro qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de her du aliyan li ser rewşa siyasî ya herêmê û Îraqê nêrîn xwe eşkere kirin.

Baregeha Barzanî da zanîn ku her wiha rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û astengiyên li pêşiya pêvajoya siyasî hatine gotûbêjkirin.

Ev ziyareta Selahedîn Mihemed Behaedîn, di çarçoveya destpêşxeriyeke wê partiyê de ye.

Armanc derketina ji asêbûna siyasî ye

Armanca vê destpêşxeriyê ew e ku Herêma Kurdistanê ji asêbûna siyasî derkeve û Parlamentoya Kurdistanê careke din bê aktîvkirin.

Selahedîn Behaedîn di çarçoveya van hewldanan de çend hevdîtinên din jî pêk anîbûn.

Wî berê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî ziyaret kiribû.