Li Kobaniyê namzedekî Kurd û yekî Ereb bûn parlamenter

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Ferhad Şahîn û namzedê Ereb Şewax Esas li Kobaniyê bûn parlamenterên Parlamentoya Sûriyeyê.

Dengên her du namzedên ji Kobaniyê bi vî rengî ne:

Ferhad Şahîn: 43 deng

Şewax Esas: 38 deng

Ji bo dengdanê 100 kes hatibûn diyarkirin

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo dengdana ji namzedên parlamentoyê re 100 kes diyar kiribûn.

Hejmara giştî ya endamên parlamentoyê 210 e.

Ew endam jî li gorî hejmara nifûsê bi ser parêzgehan de tên dabeşkirin.