Serokê MÎTê li ser pêvajoyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li ser pêvajoyê got, "Pêvajoya Tirkiyeya bêteror wekî polîtîkayeke dewletê tê meşandin."
Serokê Saziya Îstixbarata ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Enstîtuyên Herbê yên Zanîngeha Parastina Neteweyî (MSU) konferansek da.
Mijara konferansê "Di serdema gefên hîbrîd de mîmariya nû ya ewlehiyê" bû.
Kalin di konferansê de behsa bipêşketinê herêmê jî kir.
Kalin diyar kir ku şerê di navbera Amerîka/Îsraîl û Îranê de ji 28ê Sibatê ve didome.
Serokê MÎTê da zanîn ku ew şer ji pirsgirêkeke ewlehiya herêmî derketiye û veguheriye krîza aborî û enerjiya gerdûnî.
Kalin di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kirin:
"Welatê me ji aktorekî herêmî wêdetir di çareserkirina pevçûnan de bûye aktorek ku deriyê wî tê lêdan û li ser maseyên ku krîz tên birêvebirin xwedî gotin e.
Em bi fermanên Rêzdar Serokkomarê xwe dikevin dewrê. Em ji bo çareserkirina krîzan bi awayekî aktîv gavên pêwîst diavêjin."
"Pêvajo polîtîkayeke dewletê ye"
Serokê MÎTê Kalin bal kişand ser pêvajoya aştiyê û qonaxa ku gihiştinê jî.
Kalin destnîşan kir ku pêvajo polîtîkayeke dewletê ye û got:
"Pêvajoya Tirkiyeya bêteror wekî polîtîkayeke dewletê tê meşandin. Heta niha me qonaxên krîtîk bi hestiyarî derbas kirin.
Wekî mînak, girtina biryara fesixkirin û çekdanînê ya PKKyê.
Her wiha vekişandina kadroyên wê yên li welatê me û destpêkirina xebatên tesfiyekirinê yên li bakurê Îraqê.
Pêvajo di çarçoveya nexşerêya ku dewleta me plan kiriye de bi pêş ve diçe.
Baweriya me tam e ku dê ev pêvajo bi piştgirî, hestiyarî, sebir û helwesta avaker a hemû beşên civakê bi ser bikeve.
Em dê di dema bê de jî bêyî ku em dev ji tedbîran berdin, ji bo biencamkirina pêvajoyê bi biryardarî xebatên xwe bidomînin."