Herêma Kurdistanê di hilberîna şînahiyan de gihiştiye asta xwebesiyê

3 demjimêr berê
Nîşan Herêma Kurdistanê Şînahî Xwebesî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê di hilberîna gelek cureyên şînahiyan de gihiştiye asta xwebesiyê û êdî pêdiviya wê bi kirîna wan berheman nemaye.

Serperiştê Hala Sebze û Fêkî ya Hewlêrê Dana Ezîz ji Rûdawê re eşkere kir ku kartol, pîvaz, xeyar, tirozî, kundir, beqliyat, kelem, brokolî, marol û kelerimên (qirnebît) xwemalî gihane.

Dana Ezîz destnîşan kir ku ji ber zêdebûna hilberîna navxweyî, ji bo van berheman ti pêdiviya wan bi hawirdêkirinê (kirîna ji derve) nemaye.

Dana Ezîz li ser bihayê berhemên xwemalî yên li Hala Hewlêrê ev amar parve kirin:

  • Kîloya kartolan di navbera 500-750 dînaran, pîvaz 400-650 dînaran, xeyar 500-900 dînaran û kundir jî di navbera 250-600 dînaran de ye.
  • Her wiha beqle bi 450-850 dînaran, kelem bi 300-500 dînaran, marol bi 250-450 dînaran û kelerim jî bi 450-800 dînaran tên firotin.

Dana Ezîz li ser rewşa bacanên sor (firengî) jî anî zimên ku firingiyên xwemalî yên serayan gihane lê hîn têra bazarê nakin.

Ji ber vê yekê firengî ji parêzgehên din ên Îraqê tên û bihayê kîloya wan di navbera 350-500 dînaran de ye.

Wî diyar kir ku di vê demsalê de tenê di fêkî (meywe) de pêdiviya Herêma Kurdistanê bi hawirdêkirinê heye.

Li Silêmaniyê jî hilberîn zêde ye

Berdevkê Hala Silêmaniyê Hacî Eta Mihemed jî ji Rûdawê re ragihand ku di pîvaz, xeyar, tirozî, beqle û keleriman de gihiştine asta xwebesiyê.

Hacî Eta Mihemed eşkere kir ku fêkiyên wekî qeysî û gîlazan gihiştine lê hîn têra bazarê nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst