Piştî 15 salan li Kobanî û Hisîçayê hilbijartinên parlamentoyê hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 15 salan cara ewil li bajarê Kobaniyê û parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê hatin kirin.

Ev hilbijartin beşek ji pêvajoya veguhastinê ya piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an e.

Ev gav ji bo beşdarbûna Kurdan a di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de ya bi serokatiya Ehmed Şer wekî gaveke nû tê dîtin.

Peymana HSD û Şamê

Ev pêvajo piştî dan û standinên çend mehan û peymaneke demkî ya di navbera Şam û Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) de pêk hat.

Peyman bi navbeynkariya Amerîkayê Kanûna Paşîn a 2026an hatibû îmzekirin û bi saya wê herêmên di bin desthilata Birêvebiriya Xweser de tevlî pêvajoya siyasî bûn.

Beriya niha 5ê Çiriya Pêşîn a 2025an li gelek herêmên Sûriyeyê hilbijartin hatibûn kirin lê li Hisîça, Reqa û Siwêdayê ji ber rewşa ewlehiyê hatibûn bipaşxistin.

Parlamentoya Sûriyeyê ji 210 kursiyan pêk tê lê hilbijartin ne bi awayekî rasterast ji aliyê gel ve hat kirin.

Deng ji aliyê komeke kêm a kesayet û "rîsipiyan" ve hatin dayîn ku jê re "desteya dengderan" tê gotin. Sêyeka parlamenteran jî ji aliyê Ehmed Şer ve tên diyarkirin.

Encamên li Hisîça Kobaniyê

Kobanî: 11 namzedan ji bo 2 kursiyan pêşbazî kir. Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Ferhad Şahîn bi 43 dangan kursiyek stand. Kursiya din jî Erebekî xelkê Şiyûxê bi navê Şewax Esaf bi 38 dangan bir. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hilbijartin bi temamî boykot kir. Li Kobaniyê tenê mafê dengdanê yê 100 kesan hebû û xelkê sivîl beşdarî pêvajoyê nebû.

Hisîça: Endama Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Fesla Yûsif li gel Omer Hayis û Îbrahîm Elî bi ser ketin.

Efrîn: Berê sê nûnerên Kurd hatibûn hilbijartin.

Rexne û daxwazên namzedan

Ev şêwazê hilbijartinê rastî rexneyan hat û wekî "ne demokratîk" hat pênasekirin.

Namzedê Tevgera Azadiya Kurdistanê Mistefa Etê diyar kir ku pêvajo "xerîb û neasayî" bû çimkî dengder û namzedan hevdû nas nedikir û got:

"Tu dê çawa deng bidî kesekî ku tu wî nas nakî? Ez hêvî dikim herim parlamentoyê û wekî Leyla Zanayê bi Kurdî sond bixwim, cilên Kurdî li xwe bikim û ala Kurdistanê bilind bikim."

Namzedê serbixwe Nesret Kêtkanî jî ji ber ku gel beşdar nebûye dilgiran bû û got, "Me dixwest hemû gel beşdar bibe da ku nûnertiyeke ji sedî 100 rast hebe."

Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Mihemed Welî pêvajoya hilbijartinê parast û bangî parlamenterên nû kir ku bibin dengê koçberan û gelê Sûriyeyê.

Welî destnîşan kir, "Divê yasayên serdema Beşar Esed, bi taybetî yên li dijî Kurdan werin betalkirin û mafên hemû pêkhateyan werin parastin."

Mafên Kurdan û biryarên nû

Ev hilbijartin piştî biryareke dîrokî ya Ehmed Şer pêk hat. Şer eşkere kiribû ku Kurd beşeke resen a Sûriyeyê ne.

Li gorî biryarê, mafê ziman û çandê ji bo Kurdan hat naskirin, yasaya serjimêriya 1962yan hat betalkirin û dê nasnameya Sûriyeyê bidin wan Kurdên ku berê jê hatibûn bêparkirin.

Her çi qasî ev hilbijartin valahiya parlamentoya demkî ya Sûriyeyê ji bo nivîsandina destûreke nû tije bike jî hîn pirsgirêkên mezin didomin.

Mijarên wekî parastina hevsengiya di navbera desthilata navendî û mafên pêkhateyan de û vegerandina baweriya ji bo pêvajoya siyasî hîn li benda çareseriyê ne.