Jina Qerejdaxî bangî Hulya Avşarê kir: Were em bilîzin

Hewlêr (Rûdaw) - Fatma Karageçiyê ji gundekî Qerejdaxê bangî Hulya Avşarê kir û ew dawetî maça tenîsê kir.

Li gundê Qebesirtê yê navçeua Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji zarokan heta pîran hemû kes bi tenîsê dilîzin.

Gundî her roj piştî ku karên xwe diqedînin, bi traktorê berê xwe didin korta tenîsê û lîstikên balkêş dikin.

Jina bi navê Fatma Karageçiyê bi rêya Rûdawê bangî hunermend Hulya Avşarê kir û ew dawetî lîstika tenîsê kir.

Fatma Karageçiyê diyar kir ku ew dê di lîstikê de zora Hulya Avşarê bibe.

"Diya min û xalê min jî dilîzin"

Fatma Karageçî û keça wê Bûşra piştî karê xwe, bi traktorê berê xwe didin qada sporê.

Li vî gundî hezkirineke mezin a ji bo tenîsê heye. Jin, mêr, keç û xort hemû li kortê kom dibin.

Fatma Karageçiyê li ser hezkirina wan a ji bo vê lîstikê got:

"Diya min, xalê min, hevalên min û zarok dilîzin. Carna bavê min jî tê."

Bûşra Karageçiyê jî behsa pêvajoya destpêkê kir û got:

"Rojên destpêkê tenê zarokan dilîst, jinan nedilîst. Hinek kesan digot qey nahêlin jin tevlî sporê bibin.

Lê tiştekî wisa nîne. Me xwest em nîşanî hemûyan bidin.

Min û keça xwe jî dest pê kir û me got em jî dê bilîzin."

Di dema koronayê de dest pê kir

Gundê Qebesirtê 10 kîlometreyan ji Wêranşarê dûr e.

Çîroka tenîsê ya wî gundî, di dema belavbûna vîrusa koronayê (pandemî) de dest pê kiriye.

Şêniyê gund Ahmet Avcibaşi qala wan rojan kir û got:

"Di dema pandemiyê de mamosteyekî me yê sporê hebû ku pismamê min bû.

Ji bo ku xelk li malê rûnenê û hereket bike, wan dest bi vê lîstikê kir."

Fatma Karageçiyê jî da zanîn ku wan pêşî li ser axê dilîst û got, "Berê li ser axê kortek çêkiribû.

Em çûn me lê nêrî û me dît ku sporek gelekî xweş e. Me jî xwest em bilîzin."

Bangî Hulya Avşarê kir

Piştî eleqeya mezin a gundiyan, saziyên pêwendîdar li gund korta tenîsê ava kirin.

Niha gundî dema xwe ya vala li vê kortê derbas dikin û lîstikvanên navdar ên cîhanê jî dişopînin.

Ahmet Avcibaşi lîstikvanên navdar nas dike û dibêje:

"Ez Roger Federer, Rafael Nadal, Maria Sharapova û Zeynep Sonmez a li Tirkiyeyê nas dikim."

Gundî dixwazin bi kesên navdar re bilîzin.

Fatma Karageçiyê bi taybetî bangî Hulya Avşarê kir û got:

"Hulya Avşar, were vê derê em bi hev re tenîsê bilîzin. Bibe mêhvana me, em ji mêhvanan gelekî hez dikin.

Ka em lê binêrin kî bi ser dikeve. Ez dê ji te çêtir bilîzim. Tu nikarî bi min, ez dê zora te bibim."

Buşra Karageçiyê jî armanca xwe anî zimên û got, "Ez dixwazim gelekî baş fêr bibim. Bila navê min jî bê bihîstin û her kes bibêje 'gelekî xweş dilîze'."

Gundiyên Qebesirtê bi vê korta tenîsê, jiyana klasîk a gundan guherandiye û wan rengekî nû û balkêş daye gundê xwe.