Li Başûrê Kurdistanê yekem roja cejna Remezanê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Fetwayê ya Herêma Kurdistanê, sibe roja yekşemê weke yekem roja cejna Remezanê ragihand.

 

Ji bilî Başûrê Kurdistanê, li welatên weke Iraq, Erebistana Siûdî, Qeter, Ukranya, Tirkiye, Koreya Başûr, Singapûr, Endonesya, Malezya, Urdin, Rûsya, Awustralya, Lîbya û Japon jî sibe 25ê Hezîrana 2017an weke roja yekem a cejna Remezanê dê pîroz bikin.