Îran ava vexwarinê ya navçeyeke Başûrê Kurdistanê birî

Qeladizê (Rûdaw) – Ji ber avakirina bendavekê li bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê, ava digihe navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê, ji sedî 80 kêm bûye.

 

Berpirsê Bikarxistina Projeya Ava Xas a Qeladizê Zana Osman ji Rûdawê re got: “Îranê li bajarê Serdeştê bendavek çêkiriye. Ji ber vê yekê ava rûbarê Zêya Biçûk, di nava rojekê de ji sedî 80 kêm bûye." 

 

Zana Osman diyar kir: "Li ser vê avê, li Qeladizê “Projeya Ava Xas” hatiye avakirin. Ava vexwarinê ya nîştecihên Qeladizê ji vê projeyê tê dabînkirin. Lê niha em nikarin pêwîstiya ava vexwarinê dabîn bikin.”

 

Derbarê mijarê de Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo vê armancê ez ê serdana Îranê bikim. Me ji bo rûbirûbûna vê pirsgirêkê plana pêşwext amade kiribû. Kurdistan xwediyê 17 bendavên awgildanê ye. Avên Kurdistanê bi hemû awayî kêra vexwarinê tên. Eger bendavên nîvî mane werin temamkirin, bê avî nabe pirsgirêk.”

 

Mecîd da zanîn, ku niha projeya 20 bendavan li Herêma Kurdistanê tên cîbicîkirin herwiha ji sedî 80 yê projeya 8 bendavan jî temam bûne.  

 

Navçeya Qeladizê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye, hejmara şêniyên wê 85 hezar kes in.