Encûmena Asayişa Kurdistanê hişyarî da

25-06-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Hişyarî Tawan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê zêdebûna rêjeya tawanan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da û ragihand, demek e ku rêjeya tawan li bajar û bajarokan zêde bûye, lewma ew dê rêkarên pêwîst bidin cîbicîkirin.

 

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê herwiha hişyariyê dide wan alî û kesan jî ku penah didin tawanbaran û dibêje: “Penahdana bi tawanbaran zemîneyê bo zêdekirina tawan û diyardeyên kirêt xweş dike.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, li gor amaran demek e ku rêjeya tawanan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê zêde bûye û ev yeke jî cihê dilgiraniya welatiyan e.

 

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Bi hevkarî û hemahingiya aliyên pêwendîdar, ji wan jî Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge, komîteya asayîşa parêzgehan û hemû dezgehên ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dest bi cîbicîkirina rêyên pêwîst kiriye, daku, bi tûndî rûberûyê binpêkirin û tawanbaran bibin.”

 

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hişyariyê dide hemû alî û kesên ku tawanbaran dihewînin, yan jî destêwerdanên di yasayan de dikin û rê ji diyardeya tawanan û diyardeyên kirêt xweş dikin.

 

Di daxuyaniya xwe de, herwiha Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji hemû aliyan dike û tekez dike: “Em daxwaz ji hemû aliyan jî dikin ku hevkar bin bo Herêma Kurdistanê wek her dem mînaka aramî û aştiyê be û em welatiyên xweştivî piştrast dikin ku rê em nadin, asayişa herêmê û aramiya jiyana wan bibe qurbaniya berjewendî yan xemsariya ti kes û aliyan.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin:“ Em gelek bi hurgilî lidûvçûnê bo hemû wan rêkaran dikin, ku di vê demê de ji bo nehêlana wê diyardeyên kirêt cîbicî dikin. Em hêcîdarin ku hevwelatiyên me yên xoştevî jî bi vê armancê weke hemêşe alîkarê saziyên me bin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst