Şandeyeke Ewropayê hevserokên Şaredariya Wanê ziyaret kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Delegasyona Konseya Ewropayê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ziyaret kirin ku niha li şûna wan qeyûm hatiye danîn.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî çend wêne û peyamek belav kir.
Zeydan ragihand ku Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Marc Cools li gel şandeyeke Konseya Ewropayê çûye serdana wan.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal bi şandeyê re civiyan û derbarê sîstema qeyûman gotûbêj hat kirin.
Piştî hevdîtinê Abdullah Zeydan diyar kir ku civîn erênî bûye û sîstema qeyûman hatiye rexnekirin ku îradeya xelkê Wanê hatiye binpêkirin.
Şandeya Ewropayê amaje bi wê yekê da ku dê piştgiriya xwe bo hevserok û endamên meclisa şaredariyê bidomînin.