Îsraîl: Em bi Sûriyeyê re di pêwendiyeke rasterast de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi got ku rayedarên welatê wî û Sûriyeyê di têkiliyeke rojane ya rasterast de ne û ji bo avakirina têkiliyên xwe gotûbêjan dikin.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi, li pêşiya Komîteya Têkiliyên Derve û Parastinê ya parlamentoya welatê xwe derbarê avakirina têkiliyan di navbera welatê xwe û Şamê de axivî.
Tzachi Hanegbi got, "Rojane di hemû astan de di navbera Îsraîl û rejîma Sûriyeyê de gotûbêjên rasterast hene.
Ez bi xwe jî bi hejmarek berpirsên siyasî re, serokatiyê (aliyê Îsraîlî) dikim."
Beriya rûxîna rejîma Beşar Esed, têkiliyeke tije alozî di navbera Îsraîl û Sûriyê de hebû.
Lê piştre, ji bo asayîkirina têkiliyên wan, çend civîn di navbera her du welatan de hatin lidarxistin.
Amerîka jî di wan civînan de roleke bibandor lîstiye.
Tzachi Hanegbi her wiha got ku Sûriye û Libnan namzet in ji bo tevlîbûna Peymana Abraham.
Di sala 2020î de, Îsraîlê bi serpereştiya Amerîkayê Peymana Abrahamê ji bo asayîkirina têkiliyên xwe bi welatên Ereb re îmze kir.
Di destpêkê de Îmarat û Behreyn, piştre jî Sûdan û Mexrib tevlî peymanê bûn.
Piştî rûxîna Esed di 8ê Kanûna Pêşîn a par de, artêşa Îsraîlê kete nav herêma bêçek a di navbera welatê wan û Sûriyeyê de.
Li gorî rayedarên Tel Evîvê, ev pêngav ji bo parastina welatiyên wan ên li Girên Golanê û welatiyên başûrê Sûriyeyê bû.
Derbarê vekişîna leşkerên xwe ji wan herêman, Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îsraîlê got, "Eger têkilî asayî bibin, wê demê em dê lêkolînê li ser bikin."
Di rûniştina xwe ya bi komîteya parlamentoya welatê xwe re, Hanegbi derbarê têkiliyên Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer ên bi "komên cîhadî yên terorîst" re got:
"Em lêkolîneke kûrtir li ser vê mijarê dikin. Şer di guherînê de ye û tişt jî ber bi pêş ve diçin."