DAIŞê ziman û ola wî daye jibîrkirin

Kampa Şaryayê (Rûdaw) – Rezwan Nasir ku 7 salî kurdê êzdî ye, ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatibû revanadin, niha ola xwe û zimanê dayîkê ji bîr kiriye.


Rezwan Nasir ji ber kiryarên DAIŞê û asimlasyonê zimanî kurdî ji bîr kiriye. Rezwan niha li Kampa Şaryayê ligel xizmên xwe dijî lê bi wan re erebî diaxive. Herwiha li kamnpê ew û hevalên xwe jî li hev nakin.


Bi gotina Rezwan jinekê hewl daye destê wî jê bikin lê kesekî bi navê Ebu Xatap nehiştiye û ew ji dest jêkirinê parastiye.


Dayîka wî hêj di destê DAIŞê de ye û ew li gel mamê xwe Nayif Qasim dijî. Mamê wî hewl dide tiştê bi serê wî de hatine û tirsa DAIŞê li wî bide jibîkirin.


Nayif Qasim wiha got: “Gelek tiştên xirab anîne serê wî. Ziman û ola xwe ji bîr kiriye. Nizane dê çawa biaxive. Em jê dipirsin dayîk û bavê te li ku derê ne, dibêje ez nizanim.”


Dema çekdarên DAIŞê êrişî Şingalê kirin 6 hezar û 417 kes revandin. Piraniya wan kesên hatin revandin jin û zarok bûn. Zarokên hatine rizgarkirin malbat û zimanê wan nayê bîra. Sedema vê yekê jî kiryar û tundiyên DAIŞê ne.


Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Jinên Êzidî yên Hatine Revandin li Seokwezîriyê Hûseyîn Kuru ji Rûdawê re diyar kir ji bo diyarkirina çarenûsa zarokên din çend kom avakirine.


Hûseyîn Kuru destnîşan kir ku piraniya zarokên hatine revandin li Mûsilê bûn piştî kontrolkirina bajêr beşek kêm ji xelkê hatine revandin dîtine.