HEWLÊR - Vîdyoya dema kuştina dîplomatê Tirkiyê hat belavkirin

24-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Êrîşa Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîmenên vîdyoyî yên êrîşa roja 17ê mehê ya Hewlêrê ku têde dîplomatekî Tirkiyê hatibû kuştin, li ser torên medyaya civakî hate belavkirin.

 

Heftiyek piştî bûyera teqekirina li Hewlêrê, ku têde dîpomatekî Konsulxaneya Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin, dîmenên vîdyoyî yên êrîşê li ser sosyal medyayê hat belavkirin.

 

Lê belê heta niha ti aliyekî fermî yê Hikûmeta Heêrma Kurdistanê ti daxuyanî li ser belavbûna vê vîdoyê nedane û rastbûna wan dîmenan piştrast nekirine.

 

Roja 17ê vê mehê li xwaringeheke bajarê Hewlêrê, çend kesan teqe li dîplomatekî Tirkiyê kiribû, ku di encama teqekirinê de ew dîplomatê Tirkiyê û welatiyekî din li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û welatiyekî din jî bi giranî birîndar bibû, ku piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

 

Nasnameya dîplomatê Tirkiyê ku di bûyerê de hatiye kuştin, bi Osman Kose hatiye ragihandin.

 

Roja 20ê vê mehê jî hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê, girtina teqekerê sereke yê bûyerê yê bi navê Mazlum Dag ragihandin.




Piştî çend saetan, di heman rojê de hêzên Asayişa Kurdistanê, girtina hevkarekî Mazlum Dag ê bi navê Muhemed Bîsiksiz ku bi navên Dijwar, Mamend û Yûsif jî tê naskirin, ragihandin.


 

 

Hûrgiliyên bûyera li Hewlêrê

 

Roja 17ê vê mehê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, li xwaringeha HuQQabaz bûyereke teqekirinê çêbû, ku di encamê de dîplomatekî Konsulxaneya Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe des ji dest dan. Rûdaw hûrgiliyên vê bûyerê belav dike.

 

Ew navçeya ku roja çarşembiyê bûyera teqekirinê lê çêbû, yek ji cihên herî lûks, aram û bêdeng ên Hewlêrê ye. Navçeyek e ku gelek kafeteriyayên baş û xwaringeh pêşkevtî û astbilind lê hene, lewma jî diplomat, karmendên kompaniyên biyanî û karsazên li Hewlêrê, ew navçe kirine cihê bêhnvedanê û bi awayekê berdewam li xwaringehên wê derê nan dixwin, lê belê bûyera ku duh Çarşembiyê rû da, yekemîn bûyera teqekirinê li wê derdorê bû û yekem êrîşa bi vî awayî li Hewlêrê bû. Lewma jî teqekeran bi plan cihê bûyerê hilbijartine, renge çend roj pêştir jî amadekarî jê re kiribin.

 

Li gor agahiyan, saet 11:30ê roja Çarşembiyê, 3 kes bi otomobîleke ji cure Toyota Yaris dên û li beramber vê kafeteriyaya ku dîplomatê Tirkiyê lê rûniştiye, radiwestin, paşê bo demekê li derdorê digerin, wî cihî terk dikin û dîsan piştî nîv demjimêrî vedigerin.

 

Vê carê ew kes diçin nav avahiyê û yek ji wan li ser maseya li kêleka dîplomatê Tirk rûdinê û ewên din jî li aliyên din rûdinên, û wisa xwe nîşan didin ku hemû tişt asayî ye û weke hemû kesên din ên li wê derê daxwaza av, çay û qehweyê dikin.

 

Ew kes gelek bi hûrgilî li derdora xwe mêze dikin û dixwazin ji her tiştî piştrast bin. Hinek dem derbas dibe û dîplomatê Tirk dixwaze biçe, dema ku dixwaze pere bide, yek ji teqekeran li cihê xwe radibe û demançeyeke bêdeng tîne derê û fîşekekê li serê dîplomatê Tirk dixe, ku demildest di cih de jiyana xwe ji dest dide. Hemû kesên ku li vê derê ne, xwe davêjin ser erdê, tenê du kes nebin. Ew herdu hevwelatiyên genc, ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan, herdu dixwazin rabin ser piyan.


Îro li nêzîkî avahiya Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, bûyereke teqekirinê çê bû.

 

Lê belê nediyar e ku dixwazin êrîşî teqekeran bikin, an dixwazin dûr bikevin. Dema ku dixwazin rabin, teqekerekî din ku wiha dixuye pasevaniya teqekerê sereke dike, demançeya xwe ya bêdeng tîne derê û çend fîşekan berdide herdu kesan, piştî wê yekê, hevrêyê dîplomatê Tirk ku xwe avêtiye ser erdê, dest bi teqekirinê dike û kesên teqeker jî direvin. Yek ji wan teqekeran li nêzîkî deriyê kafeteriyayê birîndar dibe û bi şilî direve derve. Di dema çûna bo derve de, digihin du kesên din, lê belê tiştekî nakin û li otomobîla xwe suwar dibin û gelek bilez wî cihê terk dikin.

 

Hemû kesên ku li wê derê ne, wiha difikirin ku bûyereke asayî ye, lê belê ku asayişa navçeyê diçin ser kuştiyan û li nasnameya wan mêze dikin, diyar dibe ku yek ji kuştiyan, dîplomatekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê ye. Di kamêrayên çavdêriyê de, ser û çavê teqekeran diyar e, lê belê derketiye ku plaka otomobîlê sextet ye û rast nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst