Zarokeke Kurd ku mejiyê wê felc bûye, Îngilîzî dizane

Soran (Rûdaw) – Li navçeya Soranê ya Başûrê Kurdistanê, zarokeka Kurd a temen 9 salî ku bi nexweşiyekê mejiyê wî felc bûye, bi rêya medya civakî û wê nexweşxaneya ku tê de çareseriyê dibîne, fêrî zimanê Îngîlîzî dibe.

 

Navê wî zarokî Bexşinde Faxîr e, û salane malbata wî bi mebesta çareseriya wê nexweşiya mejî, çend caran wî dibin Hindistanê. Ew nexweşxane bûye fêrgeheke ziman bo Bexşinde û ew fêrî zimanê Ingilîzê dibe.

 

Baxê wê keça nexweş, Faxîr Osman dibêje, “Li Hindistanê zimanê dayikê nebû û neçar bû ku guh bide bîjişkan. Li vir jî bi awayekî berdewam li Youtube mêze û guhdarrî dikir û bi wî awayî fêrî zimanê Îngîlîzî bû û niha ew bi xwe li gel bîjişkan diaxive.”

 

Bexşinde heta temenê xwe yê heft salî jî qet nedikarî bilive, lêbelê ji temenê du saliyê ve fêrî axaftinê bûye.

 

Dayika Bexşindeyê, Şadiye Hemed jî derbarê şiyana keça xwe ya bo fêrbûnê de dibêje, “Pêşiyê me alîkariya wê dikir, lêbelê niha ji me baştir e. Bo nimûne, li nexweşxaneyê kar bi bîrkariyê Matematîk) hebûye û niha hejmaran bi înglîzî dixwîne û hevkêşeyan tevî şiroveyan bi Îngîlîzî dibêje .”

 

Bexşinde berdewam li cem dapîra xwe ye, ji ber hindê zimanê dayikê jî ji bîr nekiriye.

 

Felcbûna mêjî, girifteke demdirêj a mejî ye, di encama berkeftina zebrekê bo mejî çêdibe, ku beriya jidayîkbûnê an piştî jidayîkbûnê rû bide.

 

Ew nexweşî dibe sedema jidestdana şiyan û liva masûlkeyan, ji kar ketina masûlkeyan û nemana hevsengiyan, girifta xewê û nemana şiyana bêhnwernegirtinê û herwiha lawazbûna şiyanên fêrbûnê.