Li Wanê hişyariya barana gur

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, tê pêşbînîkirin sibe demjimêrên piştî nîvro baraneke zêde bibare.

Parêzgariya Wanê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand, li parêzgehê roja Sêşemê 25ê Temûzê piştî nîvro tê pêşbînîkirin baraneke gur bibare û egera lehiyê heye.

Parêzgariyê ji welatiyan daxwaz kir ji bo egera lehî, birûsk, bahoz, zîpik û pirsgirêkên trafîkê tedbîrên pêwîst werbigrin. Li gor Saziya Keşnasiya Tirkiyê, li Wanê roja Sêşemê 25ê Temûza 2023ê pileya germê bi roj 26 e û bi şev 16 ye.

Li aliyê din Parêzgariya Sêrtê jî hişyariya germa zêde da û ji welatiyan daxwaz kir kesên nexweş, kal û pîr û zarok di demjimêrên herî germ de dernekevin derve.

Li gor Navenda Pêşbînî û Hişyariyê ya Rêveberiya Herêma 15emîn a Amedê, li herêmê ji 26 û 27ê Temûzê pê de  li gor şertên demsalê germa di navbera 2 û 6 pileyan de zêde dibe.