Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê 9 sal in li Başûrê Kurdistanê winda ye

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê bi navê Rebîn Reşîn Umer ê ji Rojavayê Kurdistanê 9 sal in li Başûrê Kurdistanê winda ye.

Rebîn Reşîn Umer, xelkê bajarê Dêrikê yê Rojvayaê Kurdistanê ye û ev 9 sal e bêserûşûne.

Malbata Rebîn ji Rûdawê re ragihand, ku berî 9 salan, Rebîn ji mala xwe li Duhokê derket û berê xwe dabû Hewlêrê, lê ji wê rojê ve nehatiye malê.

Li gor malbata wî, temenê kurê wan wê demê 25 sal bû û çûbû Hewlêrê ji bo seredana hevalên xwe bike.

Malabata Rebîn heta çend salan li nexweşxane, zîndan û malên kesûkarên xwe gerabûn, lê ti zanyarî neketiye di destê wan de, heta niha jî wenda ye.