Serokê ÎYÎ Partiyê diçe Amedê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu dê di çarçoveya bernameya partiya xwe ya herêmî de îro Amedê ziyaret bike û çend hevdîtinan pêk bîne.
Serokê ÎYÎ Partiyê dê bi serokên rêxistinên partiya xwe yên li Bakurê Kurdistanê re bicive.
Li gorî zanyariyan dê di civînê de stratejiyên navxweyî yên partiyê bên gotûbêjkirin û tê plankirin ku pêşniyar û daxwazên rêxistinên herêmî jî ji Dervişoglu re bên ragihandin.
Li aliyê din, Musavat Dervîşoglu dê Baro û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê jî ziyaret bike.