Li Êlihê qeza: 2 mirî û 2 ji wan zarok 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û li stûna elektrîkê xist. Di encamê de 2 kes mirin û 2 ji wan zarok 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza derdora saet 16:00an li nêzîkî gundê Bileyderê yê Êlihê çêbû.

Otomobîla bazirgani ya ku navê şofêrê wê nehat zanîn, ji kontrolê derket û li stûneke elektrîkê ya li kêleka rê xist.

Di qezayê de, Vehta Aydemira 50 salî û Menfiye Toya 55 salî canê mirin û N.T. (56 salî), T.T. (32 salî), N.T. (5 salî) û M.T. (4 salî) jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, cendirme û tîmên tenduristiyê şandin cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya destpêkê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê û li wir hatin dermankirin.

Termên kesên ku canê xwe ji dest dabû jî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin