EFRÎN - Hewlên vemirandina agirê li gundê Erendê didomin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Erendê yê Efrînê agireke mezin derket û li gorî agahiyan ji sedî 90î agir hatiye kontrolkirin.

Li gundê Erendê yê Efrînê yê agirekî mezin bi daristanan ketiye.

Tîmên agirkujiyê, rêxistinên sivîl û xelkê herêmê hewl didin agir vemirînin.

Tîma Parastina Sivîlan, Tîma Bersivdana Bilez, Rêxistina Bihar û Tîma Hawarçûnê ya Nexweşxaneya Sûriyeyê ji doh  bi alîkariya xwebexşan, hewlên xwe yên ji bo kontrolkirina agir didomînin.

Di encama van hewldanan de, piraniya agir hat vemirandin û rê li ber belavbûna wê hat girtin.

Qaymeqamê Efrînê Mesûd Bettal jî Di heman rojê de çû cihê bûyerê.

Ji ber şewatê zerer gihiştiye erdên çandiniyê yên xelkê û hewlên ji bo ku agir bi temamî were vemirandin didomin.