PSK: Peymana Lozanê destpêka înkar û qirkirina gelê Kurd e
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di salvegera Peymana Lozanê de got, “Peymana Lozanê, destpêka pêvajoya sed salî ya înkar, asîmîlasyon û qirkirina gelê Kurd e.”
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di 102emîn salvegera Peymana Lozanê de daxuyaniyek belav kir.
PSKyê ragihand ku bi wê peymanê Kurdistan bûye çar parçe.
Daxuyaniya PSKyê wiha ye:
“Di ser îmzekirina Peymana Lozanê ya 24ê Tîrmeha 1923yan re 102 sal derbas bûn.
Peymana Lozanê, destpêka pêvajoya sed salî ya înkar, asîmîlasyon û qirkirina gelê Kurd e.
Di encama Peymana Lozanê de ku Kurd tê de nehatin temsîlkirin, Kurdistan ji aliyê hêzên emperyalîst û dewletên dagirker ve li ser çar parçeyan hat dabeşkirin.
Peymana Lozanê ji bo gelê me navê din ê tarîtî, zilm, komkujî û asîmîlasyonê ye.
Em Peymana Lozanê ya ku îradeya gelê me bin pê dike û statuya koletiyê bi ser gelê Kurd de ferz dike, careke din red dikin û kesên ku ev peyman îmze kiriye û bi cih aniye bi tundî şermezar dikin.
Gelê me dê têkoşîna xwe ya bi biryar a azadî û rizgariya neteweyî berdewam bike û Peymana Lozanê dê zû yan jî dereng bikeve zibildanka dîrokê.”
Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923yan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hatibû îmzekirin.