Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkên Kongreya Azadî ya Kedkaran (EMK) ragihandin, ku di şerê di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de kesên bêguneh dibin armanc û diyarkirin, ku ji bo sekinandina şer ew amade ne kar bikin.
Berdevkên Kongreya Azadî ya Kedkaran (EMK) Mahmut Alinak û Arkadaş Canpolat bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin, ku li Tirkiyê bi şer pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û gotin: “Çi yê dewletê be, çi yê PKKê, gule diçe li dilê dayikan dikeve! Navnîşana guleyan jî hertim zarokên mirovên bêguneh dibîne.”
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Kongreya Azadî ya Kedkaran (EMK) amade ne destwerdana rêveçûna dîrokê bikin û şerê di navbera Dewlet û PKKê de, ku dibe sedema canê mirovan, bidin rawestandin. Êdî dê çek bêdeng bibin û ciwan nemrin!”
Herdu berdevkan dan zanîn, ku ji bo sekinandina şer ew dê di rojên pêş de bernameya xwe ya kar eşkere bikin.
Hêjayê gotinê ye, ku siyasetmedarê Kurd Mahmut Alınak ji bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ye û di navbera salên 1987 û 1994ê de parlamenterî kir û li gel Leyla Zana, Orhan Doğan û Ahmet Turk hate girtin, paşî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Qersê. Alınak di sala 2011ê jî ji ber doza KCKê hate girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse