Hakan Fîdan hat Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û şandeya pê re hatin Hewlêrê.

Hakan Fîdan, piştî hinek hevdîtinên li Bexdayê şevê din nîvê şevê gihişt Hewlêrê.

Fîdan, li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal da zanîn ku dê Fîdan îro li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Rence Camal ragihand ku dê Fîdan herwiha bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî bicive.